Almanya pêswaziya 1533 penaberên li Yûnanîstanê dike
PeyamaKurd - Piştî şewata kampa Moria, bi hezaran penaber li girava Lîsbos a Yûnanîstanê bê sitargeh man. Almanya pêşwaziya 1533 penaberên ku niha li kampa Lîsbos a Yûnanîstanê bê sitargeh mane dike.
Li gor Cîgirê Şêwirmenda Almanyayê Olaf Scholz do diyar kir, Almanya pêşwaziya zêdetirî 1500 penaberan dike û ew penaber ji giravên Yûnanîstanê ber bi Almanyayê ve bi rê ketine.
Karbidestê Almanî Olaf Scholz da zanîn: ‘‘Ewilî malbatên ku zarokên wan hene û li Yûnanîstanê mafê penaberiyê sitendine, werdigrin.
Herwiha Scholz destnîşan kir: “Li gor destpêşxeriyeke Fransa û Almanyayê, 10 welatên Ewropayê dê 400 penaberên ku temenê wan ji 18 salî biçûktir e werbigrin.”
Olaf Scholz behsa wê yekê jî kir ku divê li ser asta Yekîtiya Ewropayê çareseriyeke bingehîn ji bo vê kêşeyê were dîtin, ku ji sala 2015an ve li ser vê mijarê nêrînên cuda yên welatên Ewropayê hene.