TR KU SO
FB X
Cîhan

Almanya: Şerê Rojhilata Navîn bandorê li pêla koçê nekir

Admin M
Nivîskar
📅 02 nîsan 2026 21:59

PeyamaKurd – Wezareta kar û barên derve ya Almanya ragihand ku şerê li Rojhilata Navîn heya niha li ser pêla koça koçberan bandorê nekiriye. Rayedarên wezaretê ragihandin ku di jimara multeciyan de yên çûne Almanya bi sedema şer guherîn di jimarê de nebûye.

Berdevkê wezaretê bo Rûdawê ragihandiye ku di sala 2026an de, di dawiya meha Sibatê de, li gor meha sala berê, guherîna jimareyên multeciyan nebûye û heya niha 15 hezar û 125 multecî xistine qeyda dewletê.

Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Mustafa Çiftçi jî ragihandibû ku ji destpêka şer heya niha, bi sedema rêvebirên Tehranê astengî daniye pêşiya çûna Tirkiyê an welatên derve, di çûna Tirkiyê de %33 kêmbûnekî heye.

Parve bike: