Almanyayê dê û bav radestî Tirkiyê kirin: 3 zarok man
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Almanyayê dê û bavekî Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê bêyî zarokên wan bi wan re bişînin dersînor kirine û radestî Tirkiyeyê hatine kirin. Li gorî biryarê ew malbat êdî nikare vegere Almanyayê.
Li gorî medyaya Almanî, zaroka wan a 5 mehî jî di nav de, her du zarokên din ên sal û nîvî û 3 salî radestî Saziya Ciwanan (Jugendamt) hatine kirin û ew xistine bin parastinê.
Di nûçeyan de navê dê û bav û zarokan nehatiye dayîn û navê bajarê wan ê Bakurê Kurdistanê jî nehatiye eşkere kirin.
Komeleya bi navê Konseya Penaberan a Hessenê ragihand ku sê zarokên wê malbatê di bin çavdêrî û parastina Saziya Ciwanan a Almanyayê de mane û diyar kir, di meha sibatê de mafê welayetê ji destê dê û bav bi awayekî demkî hatiye derxistin û ji bo zarokan wasiyekî fermî hatiye destnîşankirin.
Herwiha di dawiya meha hezîranê de jî zarok bi hinceta ewlehiyê ji malbatê hatibûn standin û li cihekî din hatibûn bicihkirin.
Konseya Penaberan a Hessenê hişyarî da û ragihand, di demekê de ku dê û bav têne dersînorkirin û zarok li Almanyayê dimînin, ev yek dikare bibe sedem ku dê û bav heta hetayê ji zarokên xwe qut bibin û ev jî dibe sedema parçekirina yekbûna malbatê.
Rêvebirê Giştî yê Konseya Penaberan a Hessenê Timmo Scherenberg nerazîbûn nîşan daye û gotiye: "Desthilata biryardayînê ya li ser veqetandina zarokan a ji malbatê, divê tenê di destê saziyên berpirsyar ên ewlehiya zarokan de be, ne di destê meqamên ku karê dersînorkirinê dikin de. Afirandina rewşeke wiha ya kiryarî ya bi rêya dersînorkirinê, bê şik û guman skandalek e."