TR KU SO
FB X
Cîhan

Altun: Artêsa me wê di demeke nêz de sînorî derbas bike

📅 09 cotmeh 2019 13:15

PeyamaKurd - Serokê Ragihandina Serokomariya Tirkiyê Fahrettin Altun di gotara xwe ya bo Washington Postê(WP) de nivîsand ku, “Di demeke nêz de wê Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) û Artêşa Azad a Sûriyê (ASA) sînorê Tirkiye- Sûriyê derbas bike. Pêwist e dinya piştgiriya plana Tirkiya ya li bakurê Sûriyê bike.”

Serokê Ragihandina Serokomariya Tirkiyê Fahrettin Altun li ser hesabê xwe yê medya civakî bi zimanê îngilîzî ragihand ku “wê wê artêşa Tirkiyê ligel ASAyê sînorê Tirkiye-Sûriyê derbas bike.”

Altun nivîsa xwe ya WPyê dema parve kir ev şîrove kir: “Du vebijarkên YPG hene. Ya wê birevin ya jî em dê wan bisekinin ku bi DAIŞê re têbikoşin.”

Serokê Ragihandina Serokomariya Tirkiyê Fahrettin di gotara xwe de anî ziman ku di demeke nêzîk de Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûrî bi hev re derbasî nav axa ser rojhilatê bakurê Sûriyê bike û herwiha bi gotina divê welatên cîhanî jî di wê êrişê de piştevaniya wan bikin.

Parve bike: