Cîhan
Amal Clooney bû nûnera jinên Êzîdî!
PeyamaKurd- Parêzera mafên mirovan Amal Clooney di koma lêkolîn û îspatkirina komkujiyên IŞÎDê yên li Iraqê de wekî nûnera jinên Êzîdî wê wezîfê bike.
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres duh ragihand ku komeke Netewên Yekbûyî ya taybet bi lêkolîn û ispatkirina sûcên IŞÎDê li dijî Kurdên Êzîdî li Iraqê ye.
Li gorî daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres got ku koma lêkolînê wê di 20ê mehê de dest bi xebatên xwe bike.
Beriya niha jî Netewên Yekbûyî (NY) sûcên li dijî Êzîdiyan, wekî komkujî qebûl kiribû.