Amerîka ajotvanekî balafira ketî rizgar kir
PeyamaKurd – Balafira DYA yê ya li Îranê hat xistin, ajotvanekî wê ji aliyê hêzên taybet yên DYA de, bi operasyona hêzên taybet yên Amerîkayê, li ser axa Îranê rizgar kirin. Ji bo ajotvanê dinê xebat têkirin da wî rizgar bikin.
Rojnama Axiosê xebera xwe bir ser çavkaniyên rayedarên Amerîka û Îsraîlê û got ku balafira DYAyê ya tîpa F-15E ku di seha hewayî ya Îranê de, ji aliyê Îranê de hat xistin, her dû ajotvanên wê berya balafir bikeve xwe bi kursiyên avêtina ji hewayê de avêtine û rizgar bûne.
Li gor xeberê; tîmên taybet yên Amerîkayê di nav axa Îranê de ciyê pîlotekî tesbît kirine û wî bi saxî rizgar kirine. Rayedarên DYAyê ragihandin ku ew dijî û di ewlehiyê de ye. Ji bo lêgerîna ajotvanê din yê zabitê bikaranîna çekan xebata lêgerînê dewam dike.
Ji bo jiyana ajotvanê wendayî nexin talûkê, artêşa Îsraîlê hinek operasyonên li ser Îranê yên berê hatibûn plankirin betal kir.
Li aliyê dinê Îranê ragihand ku her kî ciyê ajotvanê DYAyî tesbît bike û ji Îranê re bêje, wê xelata pere bidinê.