TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka, alîkariyeke nû ya leskerî dide Ukraynayê

Ruken güler
Nivîskar
📅 05 nîsan 2023 16:31

PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve û Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê, bi daxuyaniykê ragihand ku Amerîka dê alîkariya leşkerî ya nû bide Ukraynayê.

Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, hat ragihandin ku ew ê bi giştî 2 milyar û 600 milyon dolaran, alîkariya leşkerî bidin Ukraynayê û ji van 500 milyon dolar ji envantera artêşa Amerîkî û 2 milyar 100 milyon jî dê ji ewlehiya Ukraynayê were bidestxistin.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê, (Pentagon) hûrgiliyên alîkariyê bi çapemeniyê re parve kirin.

Li gorî van hûrgiliyan, "Ji envantera Amerîkayê ji bo pergalên parastina asîmanî Patriot cebilxaneyên zêde, ji bo Pergala Roketî ya Bi Performansa Bilind (HIMARS), topên 155 mm û 105 mm, topên hawanê 120 mm, cebilxaneyên tanqê yên 120 mm û 105 mm, 25. mm cebilxane, moşekên TOW, nêzî 400 bombehavêjan û 200 hezar gemar, 11 wesayîtên rizgarkirinê yên taktîkî, 61 tankerên sotemeniya giran, 10 kamyon û 10 romork ji bo veguheztina alavên giran, amûrên ceribandin û tespîtkirinê yên ji bo lênihêrîn û tamîrkirina wesayîtan, parçeyên berdest û alavên qadên din tên dayîn.”

Parve bike: