Cîhan
Amerîka alîkariyên xida yên ji bo Etiyopyayê dikir, da sekinandin
PeyamaKurd – Ajansa Navdewletî ya Geşepêdanê ya Amerîkayê (USAID) ragihand ku bi sedema alîkarî nagihên ciyên xwe yên muhtac, temamê alîkariyên xidayê ji bo Etîyopyayê daye rawestandin. Piştî lêpirsîna mijarê hatiye kirin, alîkarî daye rawestandin. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku heya reforman bicîn neynin wê alîkarî nê parvekirin.
USAID, di meha borî de raporekî belav kiribû ku li Tigrayê bi mîlyonan kes muhtacê alîkariyê ne, alîkariyên Neteweyên Yekgirtî hatine dizîn û di bazarê de hatine firotin. Piştî raporê, ajansên USAID û NY alîkariyên ji bo Tigrayê dabûn rawestandin.
Grûba Donor ya alîkarî û berxwedana mirovî (HRDG) ragihandibû ku alîkarî ji aliyê rêvebirên hukumeta Etiyoyayê de hatine dizîn.