Amerîka: Azerbaycan û Ermenîstanê li hev kir
PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Ned Price, li ser hevdîtina aliyên Azerbaycan û Ermenîstanê yên bi navbeynkariya Amerîkayê hat kirin, agahî dan.
Ned Price, li ser hevdîtina ku di navbera aliyên Amerîka, Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ceyhun Bayramov û şanda ligel wî, Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mirzoyan û şanda ligel wî civiyabûn, encama li ser hat lihevkirin eşkere kir.
Price di agahiyên xwe de bal kişand ser hevdîtinên ku ji duh ve li Washingtonê tên kirin û got,
“Hevdîtina herdu aliyan a duh, erênî bû. Gelek nelihevkirinên xwe hanîn rojevê û di dawiyê de li ser pexşanekê li hev kir. Wezîrên karên derve yên herdu welatan, di derbarê lezkirina hevdîtinan de jî li hev kir.”
Beriya niha di 13ê Îlonê de di navbera herdu aliyan de li sînorî pevçûn derketibûn û tevî ku piştre agirbest hatibû ragihandin jî pevçûnan dewam kiribû û ji aliyê Ermenîstanê 105, ji aliyê Azerbaycanê jî 50 leşker hatibûn kuştin.