Amerîka bersiva Rûsya ya di derbarê kestiya ser de da
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîka, bersiva Rûsya ya di derbarê keştiya Amerîka li Derya Reş de da û diyar kir, hebûna keştiyên wê yên şer li Derya reş rûtînî ne û ew yek bi hemahengî bi Tirkiyê re û li gorî rêkeftian Montro tê kirin.
Li gor Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby da zanîn, Operasyonên li Derya Reş û li hemû navçeyan, karekî rûtînî ye û ew behsa karê siberojê nake.
John Kirby destnîşan kir, tiştek nû di karê wan yên li Derya Reş de tuneye.
Daxuyaniya Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîka, piştî wê yekê hatin ku medya Tirkiyê ragihandibû, du keştiyên wan yên şer di kenala Bosfor re derbasî Deryaya Reş bûne.
Cigirê Wezîrê Dervê yê Rûsyayê Aleksandr Gruşko eşkere kiribû, divê dema mayîna keştiyên şer ên Amerîka yên ku wê derbasî Derya Reş bibin, li gorî rêkeftina Montroyê sînordar be.
Beriya daxuyaniya Gruşko, Amerîka diyar kiribû, 2 keştiyên wan yên şer dê di tengavên Tirkiyê de derbasî Derya Reş bibin û heta 4ê Gulanê li wê derê bimîne.
Li gorî Rêkeftina Montroyê beriya ku Amerîka keştiyên xwe yên şer bişîne Derya Reş bi 15 rojan, agahiyê bide Tirkiyê.