Cîhan
Amerîka bi balafira B-52 li Talîbanê da
Hat ragihandin ku Amerîka di çarçoveya NATO de li rojhilata bakûrê Afxanistanê li bajarê Bedexşanê bi balafirên giran yên B-52 li kampên perwerdê yên Talîbanê daye. Kampên ku vê carê lê daye li ser sînorê Çînê û Tacikistanê ne.
Di kampan de alavên k udi deste Talîbanê de ne hatine îmhakirin. Ragihandin ji aliyê hêzên Amerîka yên Afxanistanê de hat kirin.