TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka bi bihayê 12 mîlyar dolarî helîkopteran difrose Polonyayê

Admin M
Nivîskar
📅 23 tebax 2023 03:00

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê biryarê da ku bi 12 mîlyare dolarî helîkopterên Apache û taximên wan bifroşe Polonyayê. Li gor ragihandina Ajansa bergiriyê û hevkariya Amerîkayê; wê Amerîka 96 heb helîkopterên "AH-64E Apache" û taximên wan bifroşe Polonyayê.

Wezaret ji bo erêkirina helîkopteran biryara firotinê şand kongra Amerîkayê. 30 roj wexta kongrê heye ku li firotinê îtîrazê bike. Eger îtîraza kongresê hebe wê rêvebirî û kongre dest bi hevdîtinan bikin.

Parve bike: