Cîhan
Amerîka bo Îranê seredana Tirkiyê dike
PeyamaKurd- Cîgirê wezîrê Xezînê yê Amerîkayê Marshall Billingslea bo dorpêçên ser Îranê tê Tirkiyê da pêwendiyan deyne. Cîgirê wezîr û heyeta pê re ji têkoşîna li dijî fînansa terorê berpirs e.
Billingslea, dixwaze fikra Tirkiyê bizanibe bê piştî peymana nukleerî di derbarê Îranê de çi difikire û dikare bi Amerîka re çi tevgerê bike. Cîgirê wezîr wê bi heyeta xwe ve, bi wezîrê xezînê û Maliyê re, bi wezareta karên derve re û bi dezge û hinek saziyên din re têkiliyan deyne.
Her çendîn di hevdîtinan de wê li ser astengkirina çavkaniyên terorê bê rawestandin jî, Tirkiye naxwaze ku Amerîka dorpêçan deyne ser Îranê.