TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka di derbarê mosekên li Bexdayê ket daxuyanî da

Admin L
Nivîskar
📅 06 tîrmeh 2020 15:21

PeyamaKurd - Amerîka li ser moşeka ku îro danê sibê li firokxaneya Bexdayê ket û herwiha moşeka ku do li nîşandayî Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê hatibû kirin da bersiv da.

Medyaya Iraqî li ser zarên jêderên ewlehiya Iraqê belav kir, îro moşekek li firokxaneya Bexdayê ket, lê ji ber moşek neteqiya ti ziyan çênebûn.

Do moşekek nîşandayî Balyozxaneya Amerîka hatibû kirin, lê sîstema berevaniyê ya Balyozxaneyê ew moşek pûç kiribû. Di encama ketina moşekê da, li navçeyeke nêzîkî Balyozxaneyê zarokek birîndar bibû.

Di derbarê van bûyeran da, Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, hêzên Iraqî lêkolînan li ser van êrîşan da dikin. Êrîş ne li ser me tenê ne, belkî li ser hikûmeta Iraqê, nûnertiyên welatan û xelkê nêzîkî wan navçeyan e.

Herwiha Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di derbarê wan êrîşan da dibêje, hebûna hêzên deryasayî, dibin astengiyên mezin ku hevkariya darayî bi Iraqê ra bikin.

Pompeo da zanîn, ‘‘Divê Iraq di destpêkê da hevkariyê bi xwe ra bike, pişt ra cîhan dê hevkariyê pê ra bike. Niha Iraq pêngavên baş davêje.

Ji meha Cotmeha sala 2019an ve, Bolyozxaneya Amerîka li Iraqê bi 33 moşekan hatiye armanckirin.

 

Parve bike: