TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Divê hikûmeta Tirkiyê encamên mesrû yên hilbijartinê nas bike

Admin H
Nivîskar
📅 03 nîsan 2019 03:15

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Robert Palladino li ser nîqaş û îtirazên deshilatdariya AKPê yên derbarê hilbijartinên herêmî de daxuyanî dan.

Palladino da zanîn ku ew nûçeyên derbarê îtirazên li ser encamên hilbijartinên Tirkiyê de dibihîzin û got, "Hilbijartinên adil û azad beşeke girîng a demokrasiyê ne. Em li Tirkiyê jî li benda heman tiştî ne. Qebûlkirina encamên meşrû jî di nav de."

Hêjayî gotinê ye, piştî ku AKPê bajarên sereke yên Tirkiyê wekî Stenbol û Enqerê ji dest dan, îtiraz li encamên hilbijartinan kiriye û digel ku hemû deshilatiya dewletê di destê wan de ye jî dibêjin, sextekarî hatine kirin.

Parve bike: