TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka dorpêçê danî ser 100 kes û dezgeyên Belarûsê

Admin M
Nivîskar
📅 10 tebax 2022 05:15

PeyamaKurd – Di şerê Rûsya û Ûkrayna de dewleta Belarûsê piştgiriya Rûsyayê dike û li ser desteka ku dide Rûsyayê, Amerîkayê dorpêçan danî ser sed kes û dezgeyên wan. Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku du sal berê ew sed kes û dezge di xwepêşandanên aştiyane yên li Belarûsê de şiddetê bikaranîne û ji ber wê jî dorpêçan daniye ser wan. Di daxwuyaniya wezaretê de weha hat gotin:

“Di duyem salvegera hilbijartina serokkomarê dewletê de kesên dengên xwe û mafên xwe bikaranîne û ew xelkê Belarûsê ku dahatûya xwe destnîşan dike, em wan teqdîr dikin. Serokê dewleta Belarûsê Aleksandr Lukaşenko bi rêvebiriya xwe ve dengê xelkê diziye û ji ber wê xelkê Belarûsê bi daxwaza hilbijartina adil û azad daketine kolanan.

Xelkê Belarûsê di nav du salan de, bi fîdakarî berxwedanê kir. Banga demokrasiyê ji aliyê Belarûsiyên ku sirgûn kirine derveyê welat û kesên di nav welat de yên bê sûc xistine binçav ku jimara wan ji 1.200 an zêdetire û ji aliyê xelkê ji rêzê yê Belarûsê de tê kirin.

Çalakiyên aştiyane ji aliyê rêvebiriya Lukaşenko de hatine têkbirin û Amerîka di nav 2 salên dawiyê de li hemberê rêvebiriya Lukaşenko pêngavên girîng avêtiye.”

Parve bike: