Amerîka: “Em amade ne ku li Sûriyê bixin!
PeyamaKurd- Berdervkê Pentagonê yê Amerîkayê Eric Pahon di derbarê Idlibê de daxuyaniyek da û got ku senaryoya herî xirab ew e ku Rejîma Esed sivîlên masûm bi çekên kîmyewî bikuje.
Berdervkê Pentagonê yê Amerîkayê Eric Pahon wiha dewam kir: “Heta niha gelek caran me Sûriye hişyar kir. Me du caran li Sûriyê xist. Divê her kes baş bizanibe ku li dijî felaketên wiha em bêbersiv nasekinin.”
Berdervkê Pentagonê yê Amerîkayê Eric Pahon li ser piştgiriya Rûsyayê jî wiha axivî: “Ji ber ku Rûsya hem siyasî û hem jî leşkerî piştgiriyê dide Sûriyê, ew jî ji tiştên ku li Sûriyê diqewimin, berpirs e. Şubhe nîn e ku Rûsya jî ji cînayetên li Sûriyê mesûl e.”
Pahon got ku ji bo her tiştî planeke me ya leşkerî heye. Ku Serok Trump emir bide, em dikarin hemî planên xwe bînin cih.