TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Em herdu welatan disopînin

Ruken güler
Nivîskar
📅 31 tebax 2023 17:00

PeyamaKurd- Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby ragihand ku Koreya Bakur û Rusya bi awayekî çalak dan û stendinên çekan dikin. 

John Kirby, di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku dibe ku Rusya ji Koreya Bakur cebilxaneyên ku plan dike li Ukraynayê bi kar bîne bikire û da zanîn ku ew ê wekî Amerîkayê van dan û stendinan bişopînin û ew li gorî wê jî gavan bihavêjin.

Kirby di dewama axaftina xwe de bal kişand ser wan agahiyên ku bi dest xistine û got, “Agahiyên me yên nû hene ku em dikarin îro parve bikin ku dan û stendinên çekan ên di navbera Rusya û Koreya Bakur de bi awayekî çalak bi pêş ve diçin.

Piştî van dan û stendinan, dan û stendinên di asta bilind de dikarin di mehên pêş de jî berdewam bikin. Koreya Bakur beriya niha ragihandibû ku ew ê çekan nefiroşe Rusyayê lê belê ew bi fikar e ku Koreya Bakur berdewam dike ku piştgiriyê bide hêzên leşkerî yên Rusyayê yên li Ukraynayê û em jî vê yeke dibihîzin.”

Parve bike: