TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Em hilbijartina li Qerebaxê nas nakin!

Admin L
Nivîskar
📅 12 îlon 2023 15:03

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir, ew hilbijartinên di gotinê de “Hilbijartina Serokomariyê” ya ku li Karabaxa Azerbaycanê li herêmên di bin kontrola hêzên Ermenîstanê de pêk tên, nas nakin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna çapemeniyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Miller eşkere kir, ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan bi diyalogê wê Amerîka piştgiriya Ermenistan û Azerbaycanê bidomîne û banga vekirina Korîdora Laçînê û rêya Axdamê kir.

Miller got, "Weke me berê jî gotibû, em herêma Qerebaxê weke dewleteke serbixwe û serwer nas nakin. Ji ber vê yekê em encamên hilbijartina bi navê serokomariyê nas nakin."

Hêzên Ermenî yên ne rewa yên li Qerebaxê di 9ê Îlonê de li herêmên di bin kontrola xwe de bi navê “hilbijartina serokatiyê” pêk anîn.

Li aliyê din rêveberiya Azerbaycanê, hilbijartinên bi navê ku li herêmên di bin kontrola hêzên Ermenî yên li Qerebaxê de pêk tên şermezar kir û ev yek weke "Êrîşa li ser serwerî û yekîtiya axa welat" bi nav kir.

 
Parve bike: