TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka Fasê bi şertê otonomiyê bide Sehra Rojava destek dike

Admin M
Nivîskar
📅 03 tebax 2026 13:40

PeyamaKurd – Balyozxana DYAyê ya li Fasê (Mexrib) di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku serokê DYAyê Donald Trump desthilata Fasê ya ser welatê Sahra Rojava nas dike lê teklîfa Fasê ya ji dil, bi bawerî û rasteqîne ya ku pirsgirêka otonomiya Sehra Rojava şareser bike, destek dike. Balyozxanê got ku rewşekî dinê tenê dê rewşa heyî dirêj bike ku ev jî nayê qebûl kirin. Balyozxane weha dewam kir:

“Ev çareseriya ku pêdivî pê heye, ne tenê dê aştiyê bîne herêmê lê wêw li her derê Afrîkayê ji bo lihevkirinê wê rê veke. Divê ev pirsgirêk niha biqede û dewleta Amerîka ji hewlên çareseriya pirsgirêkê dê xebatên xwe dewam bike.”

Welatê Sahra Roajava piştî dewleta Îspanyayê jê vekişiyabû Fasê desthilata wê xistibû destê xwe û niha di navbera Fas û Morîtanya de du perçeye lê ji ber bi deh salaye rêxistina Polisario şer dike da serxwebûna welat3e xwe bixe destê xwe, hevdîtinên bi rêxistinê re yên Fasê di çarçova NY de dewam dikin.

Parve bike: