Cîhan
Amerîka: Hevkariya me ya bi HSD ê re bikêr tê
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden wê li Erebistana Si’ûdiyê tevlî konseya Hevkariyê ya Kendavê bibe. Di mijarê de ragihandin ji aliyê koordînatorê danûsitendina stratejîk û ewlehiya netewî yê Koşka Sipî John Kirby de hat kirin. Kirby her weha balê kişand ser hevkariya Amerîkayê ya bi HSD re ya li Sûriyê.
Kirby ragihand ku wê Biden di 13-16 ê tîrmehê de li Îsraîlê, Şerîa Rojava û Erebistanê be û encama civînan wê bandorê li ser dînamîka navxwe ya Amerîkayê bike.
Kirby her weha balê kişand ser hevkariya Amerîkayê ya li Sûriyê ya bi Hêzên Sûriya Demokratîk HSD ê û weha got:
“İŞİD gelek têkçûye lê ev nayê vateya ku qediyaye an ji bo me tehdîd nîne. Bê guman hê jî tehdîd w. Lê hevkariya me ya li Sûriyê ya bi HSD ê re bi kêr tê.”