TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Îran here kû derê, tevlîhevî jî pêre ye!

Admin V
Nivîskar
📅 04 gulan 2018 14:48

PeyamaKurd- Berdevkê Pentagonê got ku Îran here kû derê, tevlîhevî jî pêre ye.

Berdevka Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Dana White di civîna çapemeniyê de di derbarê Îranê de daxuyaniyên tund dan.

Li ser pirsekê White wiha got: “Bandora Îranê ya li herêmê, her dem neyînî ye. Îran aramiya herêmê xira dike. Bi destê Hîzbûllah û Husiyan şerê wekaletê dike. Em ji ber vê yekê bi tirs in. Îran here kû derê, tevlîhevî jî pêre ye. Niha Sûriye meydana şer e û gelekî tevlîhev e. Îran jî vê tevlîheviyê zêdetir dike. 

Parve bike: