TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Îran perwerda balafirên bêmirov dide Rûsan

Admin M
Nivîskar
📅 12 tebax 2022 05:14

PeyamaKurd – Cîgirê berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Vedant Patel ragihand ku rêvebirên Rûsyayê bi Îranê re peyman çêkirine da balafirên bêmirov ji Îranê bikirin û weka xalekî peymanê mirovên Rûsyayê li Îranê di mijarê de perwerde dikin.

Rêvebirên Amerîkayê gotibûn ku Amerîka dizane ku Îran gotiye ew amade ye çend sed balafirên bêmirov bide Rûsyayê û meha borî ji bo balafirên bêmirov bibînin, mirov ji Rûsyayê çûne seredana Îranê.

Li ser dijwarbûna şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê Rûsya mecbûr maye ku ji Îranê balafirên bêmirov (SİHA) bikire.

Parve bike: