Amerîka îro ji Peymana INFê vedikise
PeyamaKurd - Amerîka, îro înîyê bi awayekî fermî ji Peymana Menzîla Navîn ya Hêzên Atomî (INF) vedikişe.
Ew peyman di sala 1987an de di navbera Amerîka û Yekîtîya Sovyetê de hatibû îmzekirin û piştre bi Rûsya re dewam kiribû.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres dîyar kir ku bi biryara Amerîka ‘’mekanîzmeyeke frenê ya giranbuha’’ hatiye windakirin.
Li gor peymanê hemî muşekên dûrînîya wan di navbera 500 û 5500 kîlometre de ne, hatibûn qedexe kirin. Serê salê Amerîka, Rûsya bi pêşdebirina muşekeke nû tawanbar kiribû û dîyar kiribû ku ew peymanê pûç dike.
Rûsya dabû zanîn ku îdiayên Amerîka ne rast in û wê jî peyman rawestandibû.
Serokê Amerîka Trump di meha Sibatê de bang li Rûsya kiribû ku herî dereng heta 2yê Tebaxê li gor peymanê tevbigere.