Cîhan
Amerîka: Karkirina bi Îranê re tê wateya pistgiriya terorîzmê
PeyamaKurd - Nûnerê Wezareta Derve yê Amerîkayê bo karûbarên Îranê Brian Hook got, eger kompaniyek bazirganiyê li gel Îranê bike, dê ji aliyê Amerîka ve were cezakirin.
Hook daxuyakirin, bazirganiya ligel Îranê tê wateya dabînkirina darayî ji bo terorîzmê û da zanîn, “Dema ku kompaniyek ligel Hikûmeta Îranê bazirganiyê dike, piştevaniya terorê di nav axa welatê xwe de dike.”
Brian Hook destnîşan kir, armanca dorpêçên dijî Îranê rawestandina belavkirina terorîzmê ye ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve û diyar kir, ew dê rêyan li ber xwevedizîna ji dorpêçan bigirin.