Amerîka li ciyê baregehê digere
PeyamaKurd- Li Kibrisê rexê rêvebiriya Rûman dixwaze Tirkiyê ji Kibrisê vekişe û garantoriya Tirka ji ser Kibrisê rabe. Di du mehên dawiyê de Rûmên Kibrisê li rex baregeha Brîtanyayê cîh da Fransa û Îsraîlê û bi wan re peymanê çêkir.
Daxwaza herî dawiyê ji Amerîka hat. Fermandarê hêzên bejayiyê general Mark Alexander Milley, roja berê seredana rêvebiriya Rûma kir û xwest ku Rûm alîkariya Amerîka bike da di mijara baregehên behrê û hewayî de alîkariya Amerîka bike.
Generalê Amerîkî bi fermandarê Rûman re bi korgeneral İlias Leondaris re li lîmana Larnakayê ya hewayî hevdîtinê. Li gor ragihandina rojnameya Fileleftheros ê, di hevdîtinê de balyozê Amerîka yê aliyê Rûman Kathleen Doherty, Komîserê Brîtanî yê bilind Stephen Lilli, ataşeyên leşkerî yên Amerîka û Brîtanî bi fermandarên Rûman re tevlî civînê bûn. General Mark Milley, di mijara baregehên leşkerîde daxwaza “Mafên ku ji welatên din re hatine dayîn” kir.
Artêşa Amerîka di şertên normal de baregehên Brîtanî ku garantore rexê Rûma ye bikartîne lê gelek astengî ji wan re peyda dibin.