TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka li nêzî sînorê Tirkiyê baregeheke nû ava dike

Admin H
Nivîskar
📅 26 tebax 2022 00:02

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku artêşa Amerîkayê, li sînorên Yûnanistan û Tirkiyê amadekariya avakirina baregeheke nû ya leşkerî dike ku amadekarî gihîştine dawiyê.

Li gorî nûçeya rojnameya Ta Nea ya Yûnanî, amadekariyên li binkeya Yannulî gihîştine dawiyê û di hefteyên pêş de jî wê hêzên NATOyê tê de werin bicihkirin ku tenê 20 km dûrî sînorên Tirkiyê ye.

Di nûçeyê de hatiye eşkere kirin ku Tirkiye ji danîna vê baregeha nû aciz e ku yekem baregeha NATO ya li herêma Balkanan e.

Hêjayî gotinê ye, piştî krîza Derya Spî û Kibrisê ya navbera Tirkiye û Yûnanistanê di sala borî de, Yûnanistanê lez daye mezinkirina hêzên xwe yên leşkerî û Amerîka jî wek hevpeymana NATOyê piştgiriyeke mezin dide Yûnanistanê û ev jî dibe sedema nerihetiyê li Tirkiyê.

Parve bike: