TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka li Qatarê bi Talîbanê re hevdîtin kiriye

Admin M
Nivîskar
📅 31 tîrmeh 2018 18:43

PeyamaKurd- Heyeta Amerîkayê ya wezareta karên derve, di bin serokatiya cîgirê musteşarê ku ji kar û barên Asya Navîn û Başûr berpirse, Alice Wells, li payîtexta Qatarê, li Dohayê bi serokên Talîbanê re civiya ye.

Nûçe di rojnameya Amerikan Wall Street Journal de hat belavkirin. Hat ragihandin ku armanca hevdîtinê ew e ku di meha Remezanê de peymana ku di navbera Talîban û Afxanistanê de hatibû kirin ku agirbes hatibû ragihandin, car din wê peymanê biparêzin.

Li gor rojnameya New York Timesê jî di hevdîtinê de rêvebirên Afxanan tinebûn e. Times dibêje ku çavkaniya wan Talîbane û di hevdîtinê de behsa destpêka aştiyê ye û Talîban li bende ye ku encamên erênî bidest bixe. Rêvebirên hukumeta Afxan, ji hevdîtinan gelek razîne.

Ji wezareta karên derve rêvebirekî Amerîkî ragihandiye ku pêvajo ji aliyê hukumeta Afxan ve tê birêvebirin. Hevdîtin di navbera Talîban û hukumeta Afxanistanê de ye.

Parve bike: