Cîhan
Amerîka: “Li Xûtayê xaza sînîrî û ya klorîn hat bikaranîn”
PeyamaKurd- Rêvebiriya Amerîkayê ragihand ku ji Sûriyê, ji herêma Xûta ya Rojhilatê nûmûneyên xwîn û îdrarê yên gorîvanna girtine. Di encama tehlîlan de baş bawer bûne ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn û çek jî ji aliyê rejîma Sûriyê de hatine bikaranîn.
Ragihandin ji aliyê du rêvebirên Amerîka de ku di kanala televîzyona Amerîka ya bi navê MSNBC de axaftin kirine, hat kirin. Piştî bûyerê ji qurbanên êrîşê xwîn û îdrarê girtine û di labaratuaran de li ser wan tehlîl hatine kirin. Gihane encama ku xaza sînîrê û xaza klorînê hatine bikaranîn û berê jî ev xaz hatine bikaranîn.