Cîhan
Amerîka mueyîdeyên nû li ser Rûsyayê sepand
PeyamaKurd - Wezareta Gencîne ya Amerîkayê ragihand, ji ber mueyîdeyên li ser Koreya Bakur, derbarê 2 şirketên Rûsî ku petrol veguhastine wî welatî de zext hate danîn û bi sedan milyon dolarên Rûsyayê li Amerîkayê hate blokekirin.
Wezareta Gencîne ya Amerîkayê di çarçova mûeyîdeyên li dijî Koreya Bakûr li hember 2 welatî, 3 şirketî û 6 keştiyên Rûsî biryara mueyîdeyan da. Herwiha hat ragihandin ku bi sedan milyon dolarên Rûsyayê yên aktîf jî hatine blokekirin.
Hat diyar kirin ku şirketeke Slovakî jî ketiye lîsta şirketên ku dê werin sizadankirin.
Amerîka berî niha li dijî Îran û Tirkiyê jî biryara sepandina mûeyîdeyan dabû.