TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka Parêzvanên Soresa Îranê kir nav lîsteya terorê

Admin M
Nivîskar
📅 09 nîsan 2019 01:00

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku ew Parêzvanên Şoreşa Îranê weka “rêxistina terorê ya biyanî” nasdikin. Trump Parêzvanên Şoreşa Îranê di herêmê de bi desteka terorê da nasîn û weha got:

“Amerîka di bin serokatiya wezareta karên derve yê de gavekî bêhempa avêtiye. Îran suponsorê dewletî yê terorê ye. Parêzvanên Şoreşa Îranê bi awayeka aktîv tevlî karê terorê dibin û dewleta Îranê wê weka alavekî terorê bikartîne. Me Hêza Qudsê ku Qasim Silêmanî wê îdare dike û qolekî Parêzanên Şoreşa Îranê ye jî xiste nava lîsta terorê.”

Parve bike: