TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka patriot û leskeran disîne Erebistana Si’ûdiyê

Admin M
Nivîskar
📅 27 îlon 2019 04:01

PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê bi sedema êrîşên ser şîrketa Aramco ya Erebistana Si’ûdiyê, dê bo Erebistanê 200 leşker, bataryayekî sîstema parastina hewayî ya Patriotê û 4 sîstemên radarê yên menzîla wan kurt bişîne. Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman di mijarê de weha got:

“Li ser mijara êrîşên bo ser Aramco ya Erebistanê, li ser daxwaza wan, wezîr Mark Esper ragihand ku dê van alavên han bên şandin bo Qraliyeta Erebistanê: Bataryayekî Patriotê, 4 radarên sentinel û li dora 200 leşker.”

Hoffman got ku wê ev sewqiyat bingeha leşkerî û sîvîl biparêze û şiyanên parastina hewayî yên Erebistanê xurt bike. Hoffman ragihand ku wezîr fermana bo îlawe hêzekî jî daye û di nav wê hêzê de 2 batrayayên Patriotê û sîstemeka bo parastina sehayê ya termînal ku îrtîfa wê bilinde, hene.

Bi sedema êrîşa 14 ê mehê ku êrîş kiribûn ser şîrketa petrolê ya bi navê Saûdî Aramcoyê, hilberîna petrolê rawestiya ye û rojane petrola ku heya dema êrîşê derdixestin 5,7 mîlyon varêl bû.

Parve bike: