Amerîka piştgiriya xwe ya ji bo Ewropayê kêm dike
PeyamaKurd - Li gor nûçeya rojnameya The New York Times, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ev plan di destpêka Hezîranê de ji hevalbendên NATO'yê re ragihandiye.
Li gor belgeyên leşkerî, hejmara balafirên şer ên F-15 û F-16 yên ku di demên krîzê de ji NATO'yê re tên dayîn, wê hejmara wê ji 150'an dakeve 100’an. Her wiha, hejmara balafirên keşfê yên deryayî jî dê kêm bibe.
Di nûçeyê de hat gotin ku balafirên dagirtina sotemeniyê yên DYA’yê êdî ji bo operasyonên NATO'yê li Ewropayê nayên bikaranîn. Her wiha hat gotin ku balafirhilgirek, noqavek, hin keştiyên şer û hin balafirên bombebarankirinê dê bişînin herêmên din.
Wezareta Parastinê ya DYA hejmarên heyî piştrast nekirin. Lê hat gotin ku ev gav beşeke siyaseta rêveberiya Donald Trump e ku dixwaze hebûna leşkerî ya DYA’yê li Ewropayê kêm bike û çavkaniyan ber bi herêmên din ve veguhêze.