TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Rejîma Esed heq nekiriye ku em têkiliyên xwe pêre nerm bikin

Admin M
Nivîskar
📅 04 gulan 2022 03:30

PeyamaKurd – Nûnera daîmî ya Amerîkayê ku li Netweyên Yekgirtiye û hem konsolos Linda Thomas Greenfield li ser normalîzekirina têkiliyên welatên Ereb bi rejîma Sûriyê re ragihand:

“Em fikir nakin ku têkiliyên rejîma Esed nermkirinê heq kiriye. Hê jî mirovên xwe weka rehîn digre û mafên mirovan binpê dike.”

Amerîka niha ji bo meha gulanê serokatiya konseya ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî dewr sitend. Nûnera Amerîkayê ya li NY Thomas Greenfield li navenda NY civînekî lidarxist û tiştên ku divê Amerîka berya her tiştî bike û rojevê ragihand.

Greenfield di mijara Ûkraynayê de jî ragihand ku wê ji bo Ûkraynayê zorê li ser Rûsyayê dewam bikin da karibin sîvîlan tehliye birikin û alîkariya mirovî bigihînin Ûkraynayê.

Parve bike: