TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Rûsya naxwaze li Sûriyê agirbes çêbibe

Admin M
Nivîskar
📅 24 sibat 2018 22:59

Xebata li ser beyankirina agirbesa li Sûriyê, di civîna Neteweyên Hevgirtî de hat niqaşkirin lê dengdayîn hat bipaşdexistin. Sedema paşdexistinê nelihevkirina endama ye.

Temsîlkarê daîmî yê Kuweytê di Neteweyên Hevgirtî de Mensur Al-Otaibi ji rojnamevanan re ragihand ku ku hêj li hev nekirine û hevdîtin dewam dikin.

Temsîlkara Amerîkayê ya daîmî ya di Neteweyên Hevgirtî de Nikki Haley jî di ser hesabê xwe ye Twitterê de Rûsyayê bi derengxistina dengdanê sûcdar kir û got: “Heya Konseya Ewlekariyê li ser dengdanê li hev bike divê çend mirovên din bimirin? Xelkê Sûriyê nikare bisekine.”

Pêşniyar li ser gihandina alîkariya mirovahiyê bo Xûta ya Rojhilate ye û ji bo tehlîyekirina 700 kesên ku mudaxeleya tibbî jê re lazim e. Tevî ev her dû daxwaz ecelene jî esas daxwaz bo seranserê Sûriyê ye lê Rûsya dibêje ku divê hinek guherandin bikeve nava xalên pêşniyarê.

Bo qebûlkirina pêşniyarê li Neteweyên Hevgirtî divê ji 15 endaman 9 jê pêşniyarê qebûl bike û endamên daîmî Amerîka , Rûsya, Çîn, Îngîltere û Fransa jî yek ji wan pêşniyarê veto neke.

Parve bike: