Cîhan
Amerîka Rûsyayê tehdîd kir
PeyamaKurd- Şîretkarê netewî yê ewlekariya dewleta Amerîkayê John Bolton di derbarê leşkerên Rûsyayê yên li Venezuelayê de got:
“ Em hişyariyeka xurt didin biyaniyên li kura rojava ku leşkeran sewqî Venezuelayê dikin. Em tiştên weha provakatîv, raste rast bo aştiya navdewletî û ya herêmê tehdîd dibînin. Maduro bo li ser îdarê bimîne, leşkerên Rûsyayê aniye Venezuelayê û wan bikartîne. Maduro bo xelkê xwe di bin zilm û zorê de bihêle wan leşkeran aniye.”
Bolton bangê li artêşa Venezuelayê jî kir ku xwedî li wezîfa xwe ya di makezagonê de derê û xelkê xwe biparêze.