Cîhan
Amerîka: Serdana Îran û çend welatên din nekin
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê bi belavkirina daxuyaniyekê hişyarî da welatiyên xwe ku bi ti awayî serdana Îranê û çend welatên din nekin û lîsteya welatên metirsîdar nû kir.
Di daxuyaniya ku roja duşemê li ser tora civakî ya Xê hat belavkirin de hat ragihandin ku ji ber kêmbûna şiyanên xizmetguzariyên konsulxaneyî û aloziyên herêmî, astên hişyariyê hatine bilindkirin.
Di lîsteya bi "Asta 4" de ku tê maneya "Serdanê nekin", welatên wekî Îran, Efxanistan, Belarûs, Îraq, Lubnan, Sûriye, Sûdan û Yemen cih digirin.