TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka teklîfa Patriotan bo Tirkiyê kir

Admin M
Nivîskar
📅 04 rêbendan 2019 01:19

PeyamaKurd- Heyeta Amerîka teklîfa xwe ya firotina Patrîotan bo Tirkiyê kir lê Tirkiye naxwaze ku bo kirîna Patriotan dev ji kirîna S-400an berde an bibe şertê pêş yê Amerîkayê bo firotina Patrîotan bo Tirkiyê. Sîstema Patriotan ji berê de ji aliyê Amerîka de hatiye danîn û sîstema hewayî ya parastina ji fuzeyan e.

Heyeta ku ji Amerîkayê hatiye li Ankara têkiliyên xwe dewam dikin û bi rêvebirên wezaretên bergiriyê, ya karên derve û serokatiya sanayîyê re hevdîtinan dikin. Wezareta karên derve ya Amerîkayê di 19ê meha borî de biryarê dabû ku bi bihayê 3,5 mîlyar dolarî sîstema Patriotan bifroşe Tirkiyê.

Di paketa sîstema parastina Patriotan de 4 setên radarê, 4 sîstema kontrola hingavtinê, 10 grûb dîrekên antênan, 20 îstasyonên bo avêtinê, 5 santralên elektrîkê, alavên ragihandinê, cîhazên ceribandinan, bernameyên mesafeyan û ekîpmanên destekê hene.

Parve bike: