TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka | Trump li sûna Dunford, Milley tayîn dike

Admin S
Nivîskar
📅 08 berfanbar 2018 19:36

PeyamaKurd - Li gor nûçeyeka ajansa Associated Press (AP) ku dispêre rayedarên Amerîkî, Serokê Amerîkayê Donald Trump, dê li şûna sererkanê artêyê Joseph Dunford, Fermandarê Giştî yê Hêzên Bejayî Mark Milley destnîşan bike.

Di nûçeyê de hat îdiakirin ku dê Trump vê biryara xwe sibe di maça tîmên futbolê ya tîmên Hêzên Bejayî û Hêzên Deryavanî de ku li Philedelphiayê tê lîstin, ragihîne.

Hat diyarkirin ku ev nûçeya tayînkirina Orgeneral Mark Milley li şûna Dunford ji aliyê Trump ve, li Wezareta Berevaniyê (Pentagon) nedihate çaverêkirin.

Lewma jî rayedarên Pentagonê ragihandine ku niha di destê wan de ti agahiyeke were ragihandin nîne û xwestin wan pirsan ji Koşka Spî bikin.

Parve bike: