TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka û Çîn li ser Taywanê li hev ketin

Admin M
Nivîskar
📅 18 adar 2018 03:06

Berdevkê wezareta Karê Derve yê Çînê Lu Kang beyaneka nivîskî da û di beyana xwe de got; ew li dijî seredana Trumpin ku here Taywanê û bi wê sedemê nota dane Washingtonê.

Çîn Taywanê weke perçeyekî ji welatê xwe dibînin û di wê ramanê de ne ku ev biryara seredanê ‘îşareteka şaş daye terefdarên serxwebûnê”.

Çîn bang li Amerîkayê kir û got: “ Çîn Amerîkayê dawet dike da şaşiya xwe rast bike û zêdekirina têkiliyên xwe bi Taywanê re bide rawestandin. Divê Amerîka zerarê nede aramiya herêmê.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump, do  biryara seredana her dû dewletan bo hev û berpirsên Taywanê di ‘şertên rêzgirtinê’ de ku karibin Amerîkayê ziyaret bikin îmze kiribû.

Di dema ku serokê Çînê ye berê Mao Zedung di sala 1949an de hatibû ser hukim, hinek rêvebirên berê yên Çînê reviyabûn Taywanê û serxwebûna xwe ragihandibûn. Ji xwe Taywan bi xwe weke “Çîna Neteweperest” tê zanîn.

Çîn qebûl nake ku Taywan bi serê xwe têkiliyên navdewletî deyne û berê jî gotibû eger Taywan serxwebûna xwe ragihîne, wê mudaxeleyeka leşkerî bikin.

Parve bike: