Cîhan
Amerîka û Fransa dixwazin peymaneke nû bi Îranê re çêbikin!
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li hev hatin ku bi Îranê re ji bo peymaneke nû ya nukler bixebitin.
Trump û Macron dixwazin ku bi vê peymana nû hem programên nukler yên Îranê têxin bi qontrolê de û hem jî bandora Îranê li herêmê kêmtir bikin.
Piştî ku Trump û Macron li Qesra Spî hevdû dîtin, ji çapemeniyê axivîn.
Trump peymana ku bi Îranê re hatibû çêkirin rexne kir û got ku heke şertên me neyên cih, em ê di 12ê Gulanê de peymanê betal bikin.
Macron jî got divê peymaneke nû were çêkirin û lazim e Rûsya û Tirkiye jî tevlî pêvajoyê bibin.