Amerîka û Îsraîlê 5 tesîsên petrolê kirin armanc: 4 kuştî
PeyamaKurd - Hêzên Amerîka û Îsraîlê di demjimêrên şevê de êrîşeke asmanî ya berfireh birin ser paytexta Îranê Tehranê û parêzgeha Elburzê.
CEOyê Şîrketa Belavkirina Berhemên Petrolê ya Neteweyî ya Îranê Keramat Veyskarami ragihand ku balafirên Îsraîl-Amerîkayê çar depoyên petrolê û navendeke veguhastina berhemên enerjiyê kirine armanc. Di encama vê bombebaranê de 4 personelên şîrketê, ku du ji wan ajokarên tankerên petrolê bûn, jiyana xwe ji dest dan.
Şewat hat kontrolkirin
Veyskarami da zanîn ku piştî êrîşên asmanî li navendên petrolê şewateke mezin derketiye, lê tîmên destwerdanê karîne di demeke kurt de agir kontrol bikin. Her çend di tesîsên stratejîk de zirarên madî yên berçav çêbûbin jî, rayedarên Îranî diyar dikin ku binesaziya sereke hîn li ser piyan e.
Hêjayî gotinê ye, di hefteya duyem a şer de ev êrîş wekî hewldaneke ji bo lawazkirina binesaziya aborî û enerjiyê ya Îranê tê nirxandin.