Amerîka û Qeterê li Behra Spî dest lêgerîna petrol û gazê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîka û Qeterê li peravên Qibrisê yên Derya Spî ku ev demek e bûye sedema krîzê di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de, dest bi lêgerîna petrol û gazê kirine.
Li gorî nûçeya medya Yûnan belav kiriye, kompaniya dewleta Qeterê ya enerjiyê û kompaniya ExxonMobil a Amerîkî li peravên Qibrisê dest bi xebatên sondajê kirine.
Herwiha rojmaneya The National Herald belav kiriye ku kompaniya Qeter Enerjî û ExxonMobilê li parsela 10emîn a peravên Qibrisê xebatên sondajê ango tesbîtkirina petrol û gazê dane destpîkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Tirkiye beriya niha ji bo lêgerînên gazê yên wê herêmê gefa rûbirûbûna keştiyên şer dixwar, lê ji ber ku bi Qeterê re xwedî pêwendiyên xurt e niha li hember vê pêngava Amerîka û Qeterê ya hevbeş bêdeng e.