TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Vegera Îranê ya li peymanê rêya herî bas e!

Admin H
Nivîskar
📅 03 tebax 2022 00:01

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken, derbarê bernameya nukleerî ya Îranê de daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir, ew bawer dikin vegera dualî ya peymana nukleerî rêya herî baş a dûrxistina qeyranan e.

Blinken bal kişand ser Peymana Rêgiriya Belavbûna Çekên Nukleerî (JCPOA) û got, ew wisa bawer dikin ku vegera Îranê ya peymanê hîn jî rêya herî baş e.

Blinken girîngiya enerjiya nukleerî û zehmetiyên wê ji bo guherîna avhewayê anî ziman ku niha jî ew rûbirûyî zehmetiyên xwedîbûna çekên nukleerî Îran, Koreya Bakur û Rûsyayê dibin.

Herwiha Blinken şerê ku Rûsya li Ukraynayê dimeşîne bibîr xist û got ku Moskow ji bo welatên dixwazin bibin xwedî çekên nukleerî peyameke tirsnak dide.

Parve bike: