TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Wê besek serbazên me li Iraqê bimînin

📅 11 hezîran 2020 14:48

PeyamaKurd -Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê, di wê baweriyê de ye ku encama diyaloga stratejîk a navbera welatê wan û Iraqê dê bi awayekê be, ku hejmarek serbazên Amerîkî li Iraqê bimînin.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê, Kenneth F. McKenzie di gotarekê de ragihand, di demekê de Amerîka û Iraq dest bi diyaloga navbera xwe dikin, hejmareke siyasetmedarên Iraqî yên nêzîkî Îranê dixwazin Artêşa Amerîka ji Iraqê derkeve.

McKenzie dibêje, lê belê rewş bi awayekê ye, ku dilgiranî heye Iraq nekare bi hebûna DAIŞê li welatê xwe pêş bikeve û pêngavan ber bi pêş ve bavêje, bi taybetî eger artêşa Amerîkayê ji wî welatî vekişe û ti hêzên wan li Iraqê nemînin.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê, hêj jî DAIŞê weke “gef û metirsî” bi nav dike û tekez dike, “DAIŞ hêj jî gef e û di van nêzîkan de jî ew gef xilas nabin”, lewra bi gotina wî fermandarê amerîkî, “Amerîka dixwaze li gel hikûmeta Iraqê kar bike ji bo jinavbirina yekcarî ya DAIŞê.”

McKenzie girtiyên DAIŞê jî bibrî xistin û destnîşan kir, hêj nêzîkî 2,000 çekdarên biyanî yên DAIŞê û 10,000 çekdarên din û endamên malbatên wan li cem Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) girtî ne, ku divê ew mijar were yekalîkirin.

McKenzie da xuyakirin, artêşa Amerîkayê li navçeyên di jêr desthilata HSDê de pêgeheke bihêz heye û ji bo bersivdayîna her êrîşekê amade ye. Dala 2018ê artêşa Sûriyê bi alîkariya Rûsan li Dêre Zorê êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk kirin, lê Amerîka bersiveke tund da wê êrîşê, ew jî peyamek bû ku Amerîka amade ye, bi tundî bersiva hikûmeta Sûriyê bide.

Parve bike: