TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: Wê di demeke nêz de Swêd û Fînlandiya bi fermî bibin endamên NATOyê

Admin L
Nivîskar
📅 09 berfanbar 2022 14:05

PeyamaKurdWezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi daxuyaniyekê diyar kir, wê di demeke nêz de Swêd û Fînlandiya bi fermî bibin endamên NATOyê.

Antony Blinken di konferanseke rojnamevanî de da zanîn, tenê Tirkiye û Hungarya mane, da ku îmze li ser protokola endambûna Swêd û Fînlandiyayê li NATOyê bikin.

Blinken eşkere kir: “Tu carî proseya endamtiya welatek li NATOyê ji vê bileztir nebûye, 28 welat protokola tevlîbûna van du welatan pesend kirine û em kar li ser Hungarya û Tirkiye jî dikin.”

Herwiha ragihand: “Ez piştrast im ku di demeke nêz de em dikarin her du welatan wek hevpeymanên xwe yên fermî namzed bikin.”

Parve bike: