Cîhan
Amerîka: Wê HSD êrîs bike ser DEASê
PeyamaKurd- Berdevkê hêzên Amerîkayê albay Sean Ryan ragihand ku wê hêzên YPGê ku rewtê HSDê ye, wê êrîş bike ser hêzên DEAŞê yên li rojhilatê Firatê.
Di dawiya meha borî de Tirkiye çeperên YPGê bobebaran kiribû û li ser wê YPG êrîşên xwe yên ser DEAŞê dabû rawestandin. YPG wê niha car din êrîş bike ser çeperên DEAŞê yên li Dêrezorê.
Li ser topbarankirina Tirkiyê bo çeperên YPG ê wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê James Mattis û serokerkanê Amerîkayê Joseph Dunford di serê mehê de li hemmeqamên xwe yên Tirk geriyabûn û êrîşan dabûn rawestandin.