TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka wê konsolxane û nûnertiyên xwe yên li Tirkiyê bigire

Admin H
Nivîskar
📅 25 nîsan 2021 18:36

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Joe Biden, ya 24ê Nîsanê ku bûyerên sala 1915an wekî ‘Komkujiya Ermenan’ bi destê tirkan pênaser kir, ji deshilatdarî û opozîsyona Tirkiyê gelek bertek hatin nîşandan.

Li ser wan bertekan Balyozxaneya Amerîkayê ya Enqerê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê konsolxane û nûnertiyên Amerîkayê yên li bajarên Stenbol, Edene û Îzmirê wekî tedbîr ji 26ê Nîsanê Duşemê heta 27ê Nîsanê roja Sêşemê bên girtin.

Herwiha balyozxaneyê hişyarî daye hemwelatiyên amerîkî yên li Tirkiyê ku haya xwe ji xwe bikin û baldar bin.

Parve bike: