TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka zêdetir hêz disîne Iraq û Afganîstanê

📅 25 nîsan 2020 14:38

PeyamaKurd - Artêşa Amerîkayê hêzeke din a welat dişîne Iraq û Afganîstanê.

Li gor zanyariyên çapemeniyê tîmên şer ên ser bi lîwaya du ya firqeya 82 ya eyaleta bakurê Carolina yê dê havîna pêş biçe Iraqê.

Hat ragihandin ew tîm dê cîhê wan hêzên Amerîkî bicîh bibin, ku naha li ser axa Iraqê ne.

Herwaha lîwa ya piştevaniya çarem a hêza Amerîkayê li eyaleta coloradove dê havîna bê derbasî Afganîstanê bibe, ku cîhê wan hêzên Amerîkayê yên li Afganîstanê de cîgir be.

Derveyî Iraq û Afganîstanê artêşa Amerîkayê hêzeke lîwaya duyem û firqeya zirxî ya yekem a artêşa welat dê bişîne Kuwêt û amade dibe bo her egerekî li Rojhilata Navîn.

 

Parve bike: