Amerîkayê 5 milyon dolar xelat danî: 'Xelîfeyê DAISê derbasî Iraqê bûye'
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê, xelîfeyê nû yê DAIŞê Ebû Îbrahîm Haşimî El Qureyşî sûd ji rewşa vîrusa koronayê girtiye û derbasî Iraqê bûye. Amerîkayê jî 5 milyon dolar xelat danî ser Qureyşî ku kesên derbarê wî de zanyariyan bidin, bide wan.
Li gorî çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê, El-Qureyşî ji bo ji nû ve DAIŞê bi rêxistin bike û êrîşan di hundirê Iraqê de pêk bîne, derbasî nav erda Iraqê bûye.
Berîya niha hinek çavkaniyan îdia dikir ku xelîfeyê nû yê DAIŞê beriya kuştina Ebubekir Bexdadî li bajarê Dîlokê yê bakurê Kurdistanê bû ku tê gotin, niha jî derbasî Iraqê bûye.
Li aliyê din Amerîkayê ji bo wergirtina zanyariyan û eşkerekirina cihê serokê nû yê DAIŞê xelateke 5 milyon dolarî diyar kir.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ragihand, “Amerîka dê 5 milyon dolaran bide her kesê ku cihê Xelîfeyê DAIŞê yê nû eşkere bike yan derbarê wî de zanyariyan bide wan.”